NÛÇE
Ev der bendava Tişrînê ye. Li vê bendavê şervanên QSD, YPJ û Meclîsa leşkerî ya Minbicê berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dinivîsin.
Bi sedan şêniyên 8 bajarên kantona Cizîrê bi meşeke girseyî li Qamişlo şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîranîn.
Endama Koordînasiyna Kongera Star ya Helebê Rîhan Elo, li hember dûrxistina jinan ji proseya siyasî ya sûriyê ji aliyê HTŞ'ê de got, divê jin têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên jinan biparêzin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî dinivîsînin
welatiyên bajarê Amûdê jî berxwedana şervanan silav kirin û gotin QSD'ê hebûna gelan diparêze, lewre heta dawiyê ew ê piştevaniyê bidin QSD'ê.
ŞANDEYA KU GIHAŞT #BENDAVA_TIŞRÎNÊ DAXUYANIYEK DA Û TEKEZ KIR KU
EW Ê HEYA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN
TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ BI HEZARAN KES BER BI BENDAVA TIŞRÎNÊ VE DIMEŞIN
DICLE EHMED - ROJNAMEVAN - KOBANÊ
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo şehîd Mihemed Zahir El Hisên bi nasnav "Reşo Amûdê" ku di berxwedana Minbicê de şehîd bibû, merasîmeke xiyabî li dar xist.
welatiyên bajarê Dêrikê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyên 2 şervanên azadiyê oxir kirin.
Dayikên ku xwarin amade dikirin gotin, ew ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya şervanên xwe bikin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li eniyên şer ên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke lehengî dimeşînin.
li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê duh li hesekê şêwira jinan bi durişma Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin, hat li darxistin.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Armanc Ehmed têkildarî berxwedana şervanên QSD û YPJ li benda tişrîn û pira qereqozaqê axivî.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivandin û berê xwe dan bendava Tişrînê ji bo ku çalakiyeke protestoyî li dar bixin.
Hevserokê Mala Êzidiyan ya Helebê Menan Cafer got, ji ber ku Rêbertî li dijî zilmê derket, lewre ev 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye.
Her wiha Menan Cafer da zanîn ku, heta dawiyê ew ê ji bo azadiya Rêbertî û parastina destkeftiyên şoreşê têbikoşin.
Xelkên bajarê Amûdê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji hêzên sûriya demokratîk QSD'ê û gelê Bakurê Kurdistanê re nîşan dan.
Beşdarên meşê diyar kirin ku ew ji hêzên sûriya demokratîk QSD'ê bawer in û ew ê her tim bi QSD'ê re bin.
Endamên koordînasyona Kongra Star yên barajê Kobanê derbarê rol û mafên jinan yên di Sûriya nû de axivîn û gotin, gelekî giring e ku jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe bigrin.
Ji bo bidestxistina Sûriyeke adil ji bo tevahî sûriyan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim di nava tevgerê de ye.
Xebatkar û hevserokên Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê berê xwe dan ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û sekna gelê Bakurê Kurdistanê ya li gel Rojava silav kirin.
Beşdarên çalakiyê piştrast kirin ku dagirkeran ti carî bi danîna sînoran nekarîne dil û mejiyê gelê Kurd ji hev qut bikin.
Konger star a taxa ŞêxMeqsûd a bajarê Helebê bi nêzhatina salvegera komkujiya yekem a parîsê senfizyonek pêşanda.
Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê oxir kirin.
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a kantona Reqayê, proseya pêşkêşkirina ezmûnên werza yekemîn ya sala xwandinê ya 2024/2025'an da destpêkirin.