NÛÇE
Derbarê êrîşa îro ya ku dagirkeriya Tirkiyê li dijî avahiyeke sivîlan a li bajarê Qamişlo pêk aniye, Hêzên Ewlekariya Hindirîn daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.
Yek ji kesên ku berê xwe da Bendava Tişrînê şanogerê Kurd Bavê Teyar e. Hevkarê me Serkeft Hisên li gel wî hevpeyvînek pêk anî.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, dîsa şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 10 roj in li Bendava Tişrînê nobeta xwe ya parastina av û rûmeta xwe didomînin.
Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM û desteya tenduristî ya kantona cizîrê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li sûrî bi giştî û herêmê bi taybet û rewşa tenduristî, civînek li bajarê qamişlo lidarxistin.
Welatiyên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê ji bo piştgiriya nobetdarên bendava Tişrînê û parastina ax û ava xwe, berê xwe dan Bendavê.
Dewleta Tirk sibeha îro careke din derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir, lê gel bi israr û moraleke ji pola nobeta xwe di roja 10'emîn de didomîne.
Rojnamevanên herêmê derbarê berxwedaniya xelkên herêm û hêzên QSD'ê û YPJ'ê ku li hember êrîşên dagirkeriyê tê kirin her wiha şerê tayber ku ragihandina çeteyan dimeşîne nirxandin kirin.
Rojnamevanan tekez kirin ku divê rojnamevan li hember şerê taybet ê ragihandinê rastiya heyê derxe pêş.
Dayîka Edlê ku bi axaftina xwe ya Em ji mirinê mezintir in deng dabû, careke din berê xwe da Bendava Tişrînê û ji nûçegihana me Nêvîn Îbrahîm re got, em di rê de rastî êrîşên dijwar hatin, lê me xwe radest nekir û her rêya xwe berdewam kir.
Her wiha piştrast dike, heta ku êrîş hebin, ew ji bendavê naçin.
Kongra star bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya tirk ên li dijî nobetdarên parastina bendava tişrînê bi tundî şermezar kir.
Kongra star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîşên dagirkeriya tirk tu carî vîn û berxwedana gelê herêmê naşkîne.
her wiha Şêniyên kantona Reqayê bi meşekê berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin û tekez kirin ku ew hemû QSD ne.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê daketin qadan.
Bi sedan xelkên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî bendava tişrînê û hedefgirtina sivîlan meşek li dar xistin.
Bi armanca parastina çanda gelên herêmê, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî, Navenda Çanda Ermenî li bajarê Hesekê, vekir.
DEWLETA TIRK BI BALAFIRAN SIVÎLÊN LI BENDAVA TIŞRÎNÊ BOMBEBARAN DIKE
DI ENCAMA ÊRÎŞA LI SER BENDAVÊ DE WELATIYEK ŞEHÎD Û 10 JÎ BIRÎNDAR BÛN
BEKIR HAC ÎSA - ENDAMÊ MECLÎSA PYD'Ê - KANTONA FIRAT
bi dirûşma “Em vegereke ewle û bi rûmet ji bo Efrînê dixwazin” Kombenda Efrîn a Civakî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û daxwaza vegereke ewle bo Efrînê meşek li bajarê Qamişlo lidarxist.
Federasyona Gaziyên Şer a bajarê Kobanê li bendava Tişrînê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û piştgiriya xwe ya bi QSDˈê re nû kir.
Gelê bakur û rojhilatê sûriyê ji bo parastina nirxên xwe li bendava tişrînê nobetê digirin.
Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Lana Hisên ji Rojava TV re diyar kir ku, ew ê bi rihê berxwedana kobanê dewleta tirk li bendava tişrînê têk bibin û kêliya serkeftinê ji gelê xwe re raghînin.
Nobetdarên kantona Firatê yên li bendava Tişrînê tekez kirin ku, vîna wan ji top û balafirên dewleta Tirk xurttire, ew ê dev ji doz û armanca xwe bernedin, ew ê her li pişta zarokên xwe bin. û nirxên biparêzin
Zanîngeha Kobanê Komxebateke bi navê Dengvedana di nava bêdengiyê de berxwedana Kobanê û Rojava li hola zanîngeha Kobanê li dar xist.