NÛÇE
Gelê kobanê; reqa û helebê bi çalakiyên bi heybet pêşwaziya peyama rêber Apo kirin.
Xelkên Qamişlo û hesekê ji bo guhdarkirina peyama Rêber Abdullah Ocalan daketin Qadan, û tekes kirin ku Banga Rêbertî banga aştî û azadiyê ye .
KOMCIVÎNA NRLS'Ê YA JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA SÛRIYÊ LREQAYÊ BI RÊVE DIÇE
SERKEFT HISÊN- NUÇEGHAN- REQA
Insiyatîfa Gel îro ji bo şermezarkirina lidarxistina qaşo kongreya niştîmanî ya li Şamê û paşguhkirina mafên kurdan xwepêşandanek li dar xist.
Şêniyên bajarokê Til Hemîsê bi boneya 10'emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê şahiyeke pîrozbahiyê li dar xistin.
Endama desteya hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif di komxebata diyaloga niştîmanî ya Sûrî de ku li Reqayê hateiye lidarxistin ji Rojava Tv re axivî û got,peyama sereke ya komxebatê ew e ku nûnerên siyasî û civakî yên ku gelê Sûriyê temsîl dikin werin gel hev ji ber bi tevlîbûna tekakesî dê pirsgirêka Sûriyê çareser nabe.
Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS'Ê bi dirûşma "Ber bi Sûriyeke azad, pirreng û demokrat ve" komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî li bajarê reqayê li dar xist.
Nûçegihanê me Serkeft Hisên li komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî ya reqayê ye, agahiyên zêdetir li ser vê komcivînê parve dike.
Hunermendê Kurd ku bi navê mîrê bizqê tê naskirin,Seîd Yûsif di salvegera koça xwe ya 5ʹyemîn de li Qamişlo hat bibîranîn.
Platforma diyaloga jina a Niştîmanî ya Sûrî Foruma xwe ya duyemîn li bajarê helebê lidarxist.
Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS'Ê di bin dirûşmeya "Ber bi Sûriyeke azad, pirreng û demokrat ve, komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî li dar dixe.
bi nêzhatina 8'ê Adarê roja têkoşîn, serhildan, azadî û hilwşandina hişmendiya desthilatdaran, jinên herêmê amadekariyan de ne.
Endama Koordînasyona Kongra Star ya bajarê Helebê Nêrgiz Bekir têkldarî nêzhatina 8'ê adarê got, ew di 8'ê adara îsal de hêviya hevgirtin, serkeftin û têkoşîneke mezintir ya jinan dikin.
Turnoveya Fotbolê ya Şehîd Henûş Bekî ya Zanîngeha Kobanî, îro bi serkeftina tîma Rêveberiya Qanûnê li hember tîma Peymangeha Zanistên Perwerdeyê bi dawî bû.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona ReqayTEVGERA HÎLALA ZÊRÎN KILÎPEK BI NAVÊ "JINA SÛRÎ" WEŞAND
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê îro bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve, panelek ji bo danasîna roja 8’ê Adarê li dar xist.
Dayîkên Aştiyê yên bajarê Qamişlo îro bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya Demokrat ve” û ji bo danasîn û girîngiya 8’ê Adarê semînerek dan.
Welatiyên kantona Reqayê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Beşar Ebdulselam El ibrahîm oxir kirin.
Buroya Jin a Yekîtiya Parêzeran, meclîsa dada jin û rêxistinên mafên mirovan ên li herêmê derbarê rewşa sûriyê û rola jinan komxebatek lidarxistin.
Platforma Çalakiyên hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê aşkera kir.
Serokê Meclîsa Eşîra Tey û endamê desteya rûsipiyan Şêx Hesen El-Tay qaşo kongireya niştîmanî rexne kir û got, kongireya ku li şamê hat lidarxistin ne li gorî hêviyên pêkhateyên sûriyê bû.