NÛÇE
Rêxistinên civaka demokratîk yên Kantona Reqayê bi daxuyaniuekê komkujiyên di derheqê Elewiyan de şermezar kirin.
Tevî ku welatê me rastî êrîşên dijwar ên qirkirina çandî hatiye, lê dîsan jî bi rêya dayîk û jinên Kurd çanda resen her dem zindî maye.
Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê geşedanên dawî yên ku li Sûriyê rû didin û rola jinan ya di Sûriya nû de, îro panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Komeleya Mahabatê ya çandî bi boneya 8'ê adarê roja jinên kedkar ya cîhanî, şahiyek li Nerwêcê li dar xist.
Li bajarê Hesekê jinan 8'ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kirin û bang li jinên cîhanê kirin ku yekîtî û hevgirtina xwe mezintir bikin.
Bi hezaranan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi girseyekê 8'ê adarê pîroz kirin û berxwedana li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav kirin.
Her wiha jinên beşdarî pîrozbahiya 8'ê adarê ya li bajarê Reqayê jî bibûn, gotin dengê wan ên ji bo azadî û demokrasiyê ji bo tevahî jinên Sûriyê ye. Her wiha hêvî kirin ku aştî, aramî û demokrasî li giştî sûriyê û cîhanê serwer bibe.
Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya kobanê de diyar kir ku, doz û çarenûsa jinan yek e, dengê ku li qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyê ye.
Jinên bajarê Kobanê yên ku beşdarî şahiya girsehî ya 8'ê adarê bibûn, anîn ziman ku 8'ê adarê ji bo wan roja serhildan û gavavêtina jinan a ber bi azadiyê bû.
"Hemî Adaran hûn min hişyar kin" bi vê stranê her sal adara me tê xemilandin û Stûna hunera kurdî hunermed Mihemed Şêxo tê bibîranîn.
Jinên ciwan yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi boneya 8'ê adarê li lîstikgeha berxwedana Şêxmeqsûdê çalakiyeke werzîşî li dar xistin.
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ya Helebê bi boneya 8'ê adarê pêşengeheke wêneyan vekir.
Li bajarê Reqayê jî bi boneya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şahî hat li dar xistin.
Li bajarê Kobanê 8'ê Adarê bi şahî û coşeke mezin li qada şehîd Egîd hate pîrozkirin.
Bi hezaran jinên kantona cizîrê bi şahiyeke girseyî 8'ê adarê roja cîhanî ya jinan pîroz kirin.
Welatiyên Kantona Dêrazorê bi şahiyekê 8'ê Adarê pîroz kirin.
Yekîneyên Parastina jin YPJ'ê bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî şahiyeke girseyî li dar xist.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam û Helebê şahiyên girseyî hatin lidarxistin.
Seroka desteya jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl dibêje, ew ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebitin.
Her wiha Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed jî da zanîn ku, ev sedsal sedsala jinên azadîxwaz e.
Komek ji Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê sûcên dagirkeriya tirk yên derheqê jinan de komxebatek li bajarê Qamişlo lidarxistin.