NÛÇE
Duh li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakî û şahiyên rengîn hatin lidarxistin.
Siyasetmedar Yûsif Kûtê got, biryara PKK'ê biryareke dîrokî ye û eger Tirkiyê dixwaze di pêşerojeke xweş û aştiyane de bijî, divê gavên cidî û mezin biavêje.
YÛSIF KÛTÊ - SIYASETMEDAR
يوسف كوتي: المؤتمر الـ12 لحزب العمال الكردستاني خطوة تاريخية وعلى الأطراف المعنية بذل الجهود لإنجاحه
وصَفَ المحلِّلُ السياسيُّ في مدينةِ قامشلو, يوسف كوتي, مؤتمرَ حزبِ العمالِ الكردستانيِّ بالخطوةِ التاريخية، واصفاً أيَّاه بأنَّه ليسَ بشَيءٍ جديدٍ على الحزب لأنَّه بطبيعَتِه الفطرية قابلٌ للتطوير, كما دعا جميعَ الأطرافِ المعنية في الداخلِ التركي وجوارِه للمُضيِّ قدماً نحوَ تضافُرِ الجهودِ المُخلِصة، لوضعِ حدٍّ لإراقةِ الدماء.
XELKÊN QAMIŞLO DI ROJA ZIMANÊ KURDÎ DE SERDANA GORISTANA ŞEHÎDAN KIRIN
BÊRÎVAN QASIM - NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Tevgera Ciwanên Şoreşgerî û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo bibîranîna Şehîd Alî Haydar Qeytan û Riza Altûn, çalakiyek li dar xistin.
Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên 15`ê Gulanê bi dawî kir û diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê bingehî.
200 jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ji bo nîqaşkirina azadî, hevgirtin û berxwedanê di 1’emîn Kongreya NADA ya li Silêmaniyê de hatin cem hev.
derbarê lidarxistina kongra 12'an a PKK'ê Endama partiya yekîtiya demokratîk PYD'ê Ya Helebê Ferîha Ehmed got, dê kongre aştiyê bi xwe re bîne.
her wiha da zanîn ku, dê pêvajoya aştiyê hemû gel, ol û baweriyan ji siyasetên tunekirinê rizgar bike.
Hevserok û Rêveberên Meclisa Malabtên Şehîdan ku di nava merasîma bîranînê ya her dû şehîdan, Fûat- Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de amadebûbûn ji Rojava Tv re xemgînî û dilsoziya xwe ya ji bo şehadeta herdû hevalan anîn ziman.
her wiha tekez kirin ku, dê bi milonan kes li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.
Ofîsa Zarokan a Desteya Jin a bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê avakirina malbateke demokratîk li , komxebatek bajarê Reqayê li dar xist.
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê îro bi armanca danasîna girîngiya komîteya"koperatîfan" civînek saz kir.Civîn bi beşdariya Endamên komîteyên çandiniyê, Aborî û Meclîsa Gelan li hola Meclîsê ya li Reqayê li dar ket.
Li Kobanê ji bo herdu kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke xiyabî li Goristana Şehîd Dîcle hate li dar xistin.
Têkildarî biryara rakirina cezayên aborî li ser Sûriyê, Şêniyên kantona Reqayê ji Rojava TV re behsa hêviyên xwe kirin û gotin rakirina cezayan wê rewşa aborî, civakî, siyasî baştir bike.
Bi boneya 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, Endamê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Alan Xidir, behsa rewşa zimanê Kurdî li Sûriyê ya beriya hilweşîna rejîma Baas û piştî wê kir .
Alan Xidir diyar kir ku, desthilata Şamê ya nû neçare ku zimanê gelê Kurd, qebûl bike.
Mamoste û xwendekarên dibistana şehîd Gabar a bajarê Qamişlo cejna zimanê kurdî pîroz kirin û gotin, zimanê kurdî di cîhanê de deng veda ye û gihaştiye wê astê ku êdî biyanî jî xwe fêr dikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê li Goristana Şehîdan a Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke bibîranînê li dar xist.
Hevserok û Rêveberên PYD'ê yên kantona Reqayê ji Rojava Tv re behsa girîngiya felsefeya Rêber Apo û bandorên wê yên li ser civakê kirin û gotin, fikrê rêbertî dîwarên zindanê, av û sînor derbas kirin û di dilê her kesekî azadîxwaz de cih girt.
Bi boneya roja dayîkan a cîhanî li bajarê Helebê civînek ji dayîk û hevjînên şehîdan ên herdu taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, hat li darxistin û gul li wan hatin belavkirin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo pîrozkirina roja zimanê kurdî de, li bajarên Koban û Reqayê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Bi nêzhatina 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî SZK û Zanîngeha Rojava panelek li dar xist.