NÛÇE
Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO konsertek li bajarê Kobanê li dar xist.
Koçberên Serêkaniyê yên di kampa waşûkanî ya li bajarê Hesekê dimînin de, bi hêviya vegereke bi ewle bo warê xwe cejina Qurbanê pîroz dikin.
Kampaniya belavkirina goştê qurbanê ya ji bo malbatan, bi taybetî koçberên Efrîn û Şehbayê, li bajarê Qamişlo berdewam dike.
RÊBER ABDULLAH OCALAN JI BO JINEOLOJIYÊ NAMEYEK ŞAND
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
ZEHRÎBAN HISÊN - BERDEVKA AKADEMIYA JINEOLOJÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
cotkarên kantona Cizîrê yên ku erdên xwe diçinin ji Rojava TV re behsa rewşa mewsima çandiniya îsal kirin.
cotkaran diyar kirin ku dê hişkesalî bandorê li buhayên keresteyên li bazaran bike ku di encamê de dê kirîn û firotin jî kêm bibe.
Wêrankirina gorên şehîdan ên li Efrîn û Minbicê di sibeha roja yekem a Cejna Qurbarê de, hêrseke mizin li cem gelê herêmê ava kir.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo ev kiryar dûrî pîvanên exlaqî bi nav kirin û bang li Desthilata Şamê û Civaka Navnetewî kirin ku li hember sûcên çeteyan xwedî helwesteke cidî bin.
Parka 4'ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ji bo bêhnvedana cejnê û kêfxweşkirina zarokan, bûye wargeha welatiyên Hesekê.
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK PAKREWANGEHÊN ŞEHÎDAN RÛXANDIN
IBRAHÎM ŞÊXO - ÇALAKVANÊ HIQÛQÎ
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re behsa hêviyên xwe yên bi cejinê û qonaxa dîrokî yaku têde niha dijîn kirin.
Cejna Qurbanê îsal bi zor û zehmetî bi ser bi hezaran koçberên ji Efrîn û Şehbayê, ku hîn jî di kamp û stargehan de dimînin derbas dibe.
Meclisa malbatên şehîdan li PYD'ê û kongra star serdana malbatên şehîd û koçberan kirin û cejna qurbanê li wan pîrozkirin.
Stadyuma 12 adarê ji bilî ku cihekî werzîşê ye, dibe cihê bihinvedanê ji xelkên Qamişlo re.
Lêkolîner û dîroknas Dr. Mihemed El Ezo îro serê sibehê di 77 saliya xwe deli bajarê Reqayê wefat kir.
Bi dilgermahiyeke mezin û li ser dengê kêfxweşiya zarokan, yekem rojên Cejna Qurbanê li Kantona Reqayê dest pê kir.
Zarokên bajarê Amûdê û Hesekê yên kantona Cizîrê îro di saetên sibehê de ji bo pîrozkirina cejna qurbanê bi cilên nû xwe xemilandin û li taxên bajêr li hev kom bûn.
Mislimanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana mizgeftan kirin û nimêja cejna Qurbanê pêşkêş kirin.
Hevseroka TEV- DEM'ê Remziya Mihemed û hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Cizîrê Hesen Şero gotin, bi saya keda şehîdan em cejnan bi serfirazî pîroz dikin.
Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndar û Girtiyên Şer Rêzan Gulo cejn pîroz kir û got, banga Rêber APO rê li pêşiya çareseriya demokratîk vedike.
Xelkên kantona Reqayê jî berê xwe dan goristanên şehîdan, em bi hev re li dîmenan temaşe bikin.
Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî bi serdana goristana şehîdên berxwedana her du taxan cejna Qurbanê pîroz kirin.
Em bi hev re li van dîmenan temaşe bikin.