NÛÇE
Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê îro derbarê mijara "gotara nefretê" û rêyên têkoşîna li dijî wê komxebatek li bajarê Hesekê lidarxist.
Kongra Star a bajarê kobanê îro ji bo salvegera 5'an a komkujiya gundê Helincê çalakiyek li dar xist û şehîdên komkujiyê bi bîr anî.
Xiristiyanên bakur û rojhilatê Sûriyê komkujiya Dêra "Mar Ilyas" ya li Şamê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca êrîşê derxistina şer di navbera mezheban de ye.
Xiristiyanên herêmê bang li desthilata şamê kirin ku sûcdaran ceza bikin.
Bi armanca pêşxistina sîstema hevserokatiyê û bihêzkirina xebata jinan di hemû saziyan de Kongreya Star Konfreansa sîstema hevserokatiyê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di konfiransê de 300 beşdar bûn, her wiha belgeya sîstema Hevserokatiyê hate xwendin û nîqaş li ser hat kirin.
Li kantona Reqayê jî bi heman awayî mazota germkirinê li ser malbatan tê belavkirin û prose bi awayekî bi rêpûpêk bi rê ve diçe.
Jinên kantona Reqayê bi rêya projeyên çandiniyê aboriya herêmê bi pêş dixin û bazara navxwe jî geş dikin.
Em bi hev re li vê raporê temaşe bikin.
Rêveberiya Xweser ji bo Koçberên serêkaniyê û Girê Spî, li herêma bakur û rojhilatê sûriyê kamp ava kirine.
Yek ji kampên ku koçberên Serêkaniyê lê bi cih dibin jî, Kampa Serêkaniyê ye.
Koçberên Efrînî yên ku li kantona Reqayê dimînin têkildarî sûc û kiryarên çeteyên dewleta tirk ên li Efrînê, bang li desthilata nû ya şamê kirin ku, li hember sûcên çeteyan helwesteke cidî nîşan bide her wiha vegereke bi ewle û rumet ji wan re pêk bîne.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serlêdanên tomarkirina navên xwendekarên asta Amadehî ên ku li dibistanên rejîma berê dixwendin, ji bo ezmûnên dawiya salê, dest pê kir.
أعلنَت الإدارةُ الذاتية لمقاطعةِ الجزيرة عن جملةِ قراراتٍ جديدة تَهدفُ إلى تَعزيز ِخدمةِ الكهرباء، وتخَفيفِ الأعباء على المواطنين، وذلكَ خلالَ اجتماعٍ مع اتحادِ البلديات ومديريةِ المحروقات لمناقشةِ ملفِ الكهرباء في المنطقة .
Li kantona Reqayê ezmûnên xwendekarên qonaxa navîn yên ku mînhaca rejîma berê dixwînin, dest pê kirin.
Ezmûnên refa 9'an ên li gorî branşên rejîma berê dest pê kirin û Proseya ezmûnan ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin.
Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar Ya Kantona Cizîrê Hesen Şero ji Rojava TV re behsa pirojeya belavkirina kehrebeyê li kantonê kir.
Hesen Şero diyar kir ku di demeke nêz de dê 16 saetan kehrebe ji welatiyan re were peydakirin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji 2018'an ve û heya niha, kiryar û sucên dijî mirovahiyê di derheqê xelkên herêmê de tên kirin.
Koçberên Efrînê yên li Helebê dimînin diyar kirin ku heta ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê dernekevin, ew tu carî venagerin.
HER DU JINÊN TÊKOŞER ŞEHÎD YUSRA Û LÊMAN LI AMÛDÊ TÊNE BIBÎRANÎN
BÊRÎVAN QASIM - NÛÇEGIHAN- AMÛDÊ
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe ya 3’yemîn bi dirûşma "Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, nenavnedî û jîngehparêz" li Qamişloyê li dar xist.
Di bin dirûşmeya "Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk in" Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya 6'emîn li dar xist.
Şerîn Ebdulrehîm keçeke ciwan ya ji Bajarê Qamişlo ye û ji ber hezkirina wê ji pirtûkan re, Pirtûkxaneyek Elektronî ava kiriye.
Koçberên Efrînê yên ku li kantona Cizîrê dimînin, bûyera kuştina Mistefa Şêxo yê 16 salî şermezar kirin.
Malbatên Şehîdan ji şandeya Kurdî ku dê danûstandinan li gel desthilata Şamê pêk bîne, daxwaz dikin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.